NY: Cîhan ber bi pêşerojeke dîstopîk ve diçe

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk hişyarî da ku cîhan ber bi pêşerojeke dîstopîk a çewisandin, gengeşiya leşkerî û dezenformasyonê ve diçe.

Turk di vekirina Civîna 57emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya roja Duşemê de axivî û diyar kir ku cîhan di serdemeke “veqetîna rê” de ye. 

Li gorî Volket Turk ger rêya heyî bidome, dibe ku mirovahî di nav “asayîbûnek nû ya xeternak" de ber bi pêşerojek dîstopîkî ve were beralîkirin.

Turk got, "Em ê ber bi pêşerojeke dîstopîk ve biçin, yan jî em ê hişyar bibin û ji bo mirovahî û gerstêrka xwe her tiştî serûbin bikin." 

Komîserê Bilind hişyariya “zêdebûna leşkerî ya bêdawî" û "rêbazên zordestî û şer ên her ku diçe zêde dibin" kir.

Turk anî ziman ku dezenformasyon rê li ber rastiyê û bijartina bi zanebûn digire û got, axaftina nefretê û encamên wêranker bi lez belav dibe. 

Turk li ser mijarên wekî guherîna avhewayê, zêdebûna newekheviyê û qelsbûna standardên navneteweyî, tabloya tarî ya ku cîhan pê re rû bi rû maye raxist ber çavan.