UNRWA: Talan û qaçaxçîtî alîkariya li Xezeyê asteng dike

Serokê ajansa (UNRWA) a Neteweyên Yekbûyî ji penaberên Filistînî berpirsyar e, diyar kir ku talan û qaçaxçîtî li Xezeyê “zêde bûye" û ev jî alîkariyên mirovî "asteng" dike.

Phîlîppe Lazzarînî di civîna Cenevreyê ya Desteya Şêwirmendiyê ya ku ji şopandina xebatên UNRWA’yê berpirsyare de axivî û got: "Rûxandina nîzama sivîl rê li ber zêdebûna talankirin û qaçaxçîtiyê vedike û ev jî xwe gihandina alîkariyên mirovî yên ku xelk li bendê ye “asteng” dike.

Lazzarînî destnîşan kir ku di 9 meh ên dawî de ew bûn şahidê têkçûneke ku mînaka wê tuneye û got, "Filistîn û Îsraîliyan windahiyên gelek mezin dîtin û êşên mezin dîtin (...) Xeze hat rûxandin. Ji bo zêdetirî 2 milyon Xezeyî ev dojehek zindî ye. Ev kabûsek e ku nikarin jê şiyar bibin." 

Li gorî UNRWA’yê; li herêmê “birçîbûn di asta herî bilind de ye”. Niha tenê deriyê Kerem Şalom a di navbera Îsraîl û Xezeyê de vekirî ye.

ZAROK JI TÎ Û BIRÇÎBÛNÊ DIMIRIN

Lazzarînî got, “Zarok ji ber kêmxwarinî û tîbûnê dimirin. Kamyonên li ber deriyê sînor ê Refahê yê Îsraîl û Misrê ku ji serê Gulanê vir ve girtî ye, li benda xwarin û xewarinê ne.” 

Îsraîl, UNRWA’yê bi hevkariya bi Hamasê re tawanbar dike, ajans jî ev tawanbarî bi tundî red dike. Hin welat ji ber van tawanbariyan fonên ajansê asteng kirin, lê gelek welat beşek mezin a fonê paş ve dan. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku fona herî zêde dide ajansê, hîn jî fonên ku dida cemidandiye.

LI BERHEYA ROJAVAYÊ XEZEYÊ TRAJÊDÎ HEYE

Lazzarînî her wiha behsa "trajediya" ku li rojava Xezeyê tê jiyîn kir û wiha axivî: "Ji meha cotmehê vir ve zêdeyî 500 Filistînî li wir hatin kuştin." 

Rayedar bal kişand ser êrîşên rojane yên Îsraîlê yên li ser niştecîhan.

Lazzaînî diyar kir ku pevçûnên li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê "tehdîda ku veguhere şerekî berfireh" zêde bûne.