Li Şemzînanê leşkerên Tirk gefa kuştinê li gel xwar

Di mînîbusa ku leşkeran li gundê Şapatan a Şemzînanê da sekinandin bi gotina "Em ê GBT'ê bikin" gef û heqaret li kesên di mînîbusê de kirin û welatî gulebaran kirin.

ZILMA DAGIRKERÊN TIRK ÊN LI SER GEL

Li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, zextên polîsên Tevgera Taybet ên Tirk li ser gelê sivîl berdewam dikin. Di dîmenên ku ji aliyê kesekî ve hatiye kişandin de tê dîtin ku polîsên tevgera taybet ên bi maske di bin navê Kontrola Berhevkirina Agahiyên Giştî (GBT) de mînîbusa gund rawestandin û beriya GBT'ê xwestin lêgerînê bikin. Ji ber ku welatî li dijî vê derketin gef û heqaret li kesên ku ev yek qebûl nekirin xwarin. Hat dîtin ku leşkerên Tirk "gefên kuştinê" li welatiyan dixwin û gelek caran gule li kesên ku naxwazin ji wesayitê dakevin, dibarînin. Her wiha hat hînbûn ku leşkeran gefên “Em ê we gulebaran bikin, em ê we bikujin” dixwin.

'GELÊ ŞEMZÎNANÊ LI BER WAN SERÎ NATEWÎNE’

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê Oznur Bartin dîmenên bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir û bertek nîşanî bûyerê da û wiha got: “Ev qeyd tenê beşeke kurt a zilma ku hatiye kirine. Heman gund, heman cih gelek caran ev zilm derket pêş, lê zilm bi dawî nebû. Ji ber ku hewaya tirsê ya ku tê xwestin bê afirandin bûye bingeha desthilatdariyê. Weke ku di van wêneyan de jî tê dîtin jin, ciwan û gelê Şemzînanê serî li ber tu ferzkirin, zilm û zordestiyê netewandiye û natewînin.”