Li Îran di xetên xazê de du teqîn pêk hatin

Li Îranê di xetên belavkirina xazê de du teqîn pêk hatin. Rayedaran îdia kirin ku ev kiryareke "sabotaj û terorîzmê ye".

Teqînên ku şeva Sêşemê pêk hatin de tu kes jiyana xwe ji dest neda, lê herî kêm xaza sê parêzgehan qut bû.

Di encama teqînan de lûleyên xazê yên li başûrrojavayê Borucenê û başûrê Safaşehrayê zirar dîtin.

Li gorî ajansa fermî ya ragihandinê ya enerjiyê Shanayê, berpirsê şîrketa xazê ya neteweyî Seîd Aghlî got: "Ev çalakiya sabotaj û terorîstî derdora saet 01:00’an li du cihan hatin kirin."

Rayedaran serê sibê tu daxuyanî nedan û navê tu gumanbaran nedan.

Li gorî Aghlî, şirketa neteweyî ya xazê piştî guhertina lûleyên xazê "xetên xazê stabîl kirine”.

Ajansa fermî ya Îranê Irna îro ragihand ku agirê li her du cihan hatiye kontrolkirin û pêvajoyya sererastkirinê berdewam e.

Îranê gelek car ajanên Îsraîlê weke dijminê Komara Îslamî ragihandiye, di serî de abotekirina nukleerê û binesaziya welat  tawanbar kiribû.