Ryanaîr wê grevê li hemû Ewropayê berbelav bike

Xebatkarên şîrketa rêya hewayî Ryanaîr rojên pêş wê li tevahiya Ewropayê dest bi grêvên nû  bikin.

Greva pîlotên Îrlandî didome. Hevpîşeyên wan ên Swêdî jî wê tevlî vê grevê bibin. Her wiha pîlotên Elmanya û Hollanda jî hişyarî dan ku grevê bikin.

Înê greva pîlotên Ryanaîr li Îrlanda dikeve roja çaran. Tê payin Înê ji 300 seferên balafiran 20 jê werin betalkirin. 3.200 rêwî wê ji vê bibandor bibin. Li tevahiya welêt 25 ji 100’î yên pîlotan di grêvê de ne. Ryanaîr ji bo ku pêşî li berbelavbûna grevê bigire di sendîkaya pîlotan Forsê re, Şemiyê yan jî hefteya din dixwaze rûne.

Pîlotên Îrlandî ku Tîrmehê 3 rojan ketin grêvê şertên baştir ên xebatê dixwazin. Ryanaîrê heftiya bihurî ji bo zivistana 2018’an xwest ku hijmara balafirên ku ji Dublînê radibin kêm bike, li dijî vê pîlotan biryar da ku grêvê bidomînin. Şîrket dixwaze balafiran bibe Polonya, ev jî tê maneya ku 300 beşên kar ji holê rabin. Bi vegotine dî 100 pîlot û 200 personelên kabînan wê bêkar bimînin.