Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rûsyayê santrala herî mezin a nukleer a Ewropayê bi dest xist

Hêzên Rûs santrala herî mezin a nukleer Ewropayê ya li Ukraynayê, Zaporîzhzhya bi dest xistin.

Organa dewletê ku santrala nukleer dixebitîne got, ''Xakên santrala nukleer a Zaporîzhzhîa ji hêla hêzên çekdar ên Federasyona Rûsyayê ve hate dagirkirin. Personelên operasyonê, blokên enerjiyên kontrol dikin û ji bo ewlehiya kargehê, li gorî divêtiyên guherînên teknîk, dikin ku bixebite.''

Santral li başûrêrojhilat ê Kîevê ye. Beriya ku santrala nukleer bikeve dest Rûsyayê êrîşa hewayî çûbû ser û şewat lê derketibû. Kîevê Moskowa bi 'terora nukleer' sûcdar kiribû.

Operasyona leşkerî 24'ê Sibatê dest pê kiribû. Aliyên şer pêncşemê li sînorê Belarûsê ji bo hevdîtinên cara duyan hatibûn cem hev. Li gorî rayedarên Ukraynî di hevditinê de ji bo derxistina sivîlan rêxistiniya 'korîdora mirovî' hatiye nîqaşkirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron eynî rojê bi Pûtîn û Zelenskî re bi telefonê axivî. Macron got, ''Ya herî xirab bi rê de ye.'' Pûtîn got, di hevdîtinê de gotiye ew 'biryardar' in ku operasyonê bidomînin. Li gorî Macron armanc ew e ku tevahiya Ukrayna were kontrolkirin.