Rûsyayê pêşnûmeya ji bo lêkolîna kîmyewî ya li Sûriyeyê veto kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û xwest, ji bo lêkolînkirina îdîayên li ser bikaranîna çeka kîmyewî ya li Sûriyeyê mekanîzma bê avakirin. Lê Rûsyayê veto kir.

Di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de pêşnûmeya der barê lêkolînkirina îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li bajarê Dûma yê Sûriyeyê hate nirxandin.

Pêşnûme ji aliyê DYA ve hate pêşkêşkirin, lê ji aliyê yek ji pênc endamên daîmî Rûsya û endamê demkî Bolîvyayê ve hate redkirin. Ji endamên daîmî Komara Gel a Çînê jî bê alî ma. Di pêşnûmeyê de dihate pêşniyarkirin ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çeka kîmyewî li Sûriyeyê û tespîtkirina berpirsyaran li nava Neteweyên Yekbûyî mekanîzmayek bê avakirin.

Nûnerê Rûsyayê ku pêşnûme veto kir îdîa kir ku mekanîzmaya DYA dixwaze wê alîgir be û tê xwestin ku manîpulasyon were kirin. Tevî îdîaya nûnerê Rûsyayê, ji aliyê vî welatî ve pêşnûmeyeke dijber hate pêşkêşkirin û di vê pêşnûmeyê de maf ji Rûsyayê re dihate dayin ku di mekanîzmaya Neteweyên Yekbûyî de kesên lêpirsînê bikin hilbijêre.

Rûsyayê heta niha 12 pêşnûmeyên cuda yên li ser Sûriyeyê veto kiriye.