Rûsya wê kesên biyanî yên vîrus li wan geriyaye, dersînor bike

Her welat li hemberî koronavîrusa li Çînê tevdîran werdigire. Rûsyayê jî biryar stend ku ew sînorê xwe bigire û kesên vîrus bi wan re hene, wan dersînor bikin.

Rûsyayê hefteya borî biryar dabû ku ew sînorên xwe yên bi Çînê re bigire û têkiliyên xwe bi sînor bike.

Serokwezîr Mîhaîl Mîşûstîn diyar kir ku ev koronavîrus ketiye ‘lîsteya nexweşiyên herî xetere’ û got ku “Ji ber vê jî em ê biyanên ku ev vîrus li wan geriyaye dersînor bikin û wan têxin karantînayê.”

Li gorî daxuyaniyên fermî li Rûsyayê du nexweş hatine tespîtkirin û ev nexweş li Rûsyaya Rojhilata Dûr xistine karantînayê.

Serokwezîr Mîşûstîn diyar kir ku wan hemû tevdîr stendine û xwedî ‘derman û rêyên parastinê yên pêwist in’

Serokwezîr diyar kir ku Forûma Aboriyê ya Rûs a ku wê di 12-14’ê Sibatê de li Soçîyê bihata lidarxistin, hatiye taloqkirin.