Rûsya: Pêkanînên DYA yên li ser Venezûelayê alozî zêde kir

Rûsyayê, der barê biryara DYA ya li ser pêkanînên têkildarî Venezûelayê got, bi vê biryarê re tê xwestin, ku alozî bê girankirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) duh biryarek da û pêkanînên nû li ser Venezûelayê ferz kir, ku ji aliyê serokkomarê sosyalîst Nîcolas Madûro ve tê birêvebirin. Serokê DYA Donald Trûmp, kirîna tehlîlên ku hikumeta Venezûela û şîrketa petrolê PDVSA pêşkêşî bazarê kirine, qedexe kir.

Rûsyayê nerazîbûn nîşanî biryara pêkanînan da û diyar kir, ev yek wê were wateya 'zêdekirina aloziya' li Venezûelayê, ku ji ber xwepêşandanên bi xwîn ên dijberiya Madûro dest pê kir. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zakharova îdîa kir, ku DYA dixwaze aloziyê girantir bike.

Zakharova da xuyakirin, ku pêkanînên DYA wê yekser bandorê li cemaweriyê bike, bandorê li sektorên petrolê û fînansê bike û got, ku bi van pêkanînan tê xwestin, pirsgirêkên aboriyê bêhtir nebaş bibe. Zakharova diyar kir, di demeke ku nîşaneyên ji nû ve pêkanîna aramiya siyasî ya Venezûelayê de ev pêkanîn ketine rojevê.

Di daxuyaniya Venezûelayê ya têkildarî pêkanînên DYA de hatibû gotin ku ev yek, 'êrîşa herî mezin' a li dijî Venezûeal û gelê wê ye.