Rûsya li hember pêşveçûna Ûkranyayê herêmeke din vala kir

Piştî ku Ûkranyayê li dijî Kurskê êrîşek mezin pêkanî, Rûsya niştecihên navçeyek a herêma Belgorodê tehliye kir. Bi hezaran leşkerên Ûkranyayî ji Sêşema hefteya bihurî û vir ve li vê herêmê seferber bûne.

Rûsya roja Duşemê, da xuyakirin ku ew li dijî êrîşên Ûkranya navçeyek a girêdayî herêma Belgorodê vala kirine.

Waliyê herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov jî bi daxuyaniyek got, “Ji bo me sibeheke ku fikaran çêdike ye. Li ser sînorên herêma Krasnoyaruzhsky faeliyeta dişmin heye. Ji bo ewlehî û tenduristiya niştecihên herêmê, em wan tehliyê cihên ewletir dikin.”

Li gorî hejmarên fermî nifûsa herêmê dora 14 hezar e.

Rayedarekî ewlekariyê yê Ûkraynayê êvara Şemiyê ji AFP'ê re axivî û got, "Armanc qelskirina çeperên dijmin e, windahiyên mezin bi wan dayîne, aramiya Rûsyayê xirakirin û şer derbasî nava xaka Rûsyayê kirine."

Artêşa Rûsyayê roja Yekşemê îdîa kiribû ku bi fuze û topan li leşkerên Ûkraynayê xistiye û li herêmên mijara gotinê, ku bi qasî 30 kîlometre dûrî xaka Ûkraynayê pêşî li "hewldanên komên wesayîtên zirxî yên bi tevger" girtine.

Artêşa Rûsyayê her çend îdîa kir ku ziyanên giran dane hêzên Ûkraynayê jî, waliyê herêma Kurskê Aleksey Smîrnov roja Yekşemê diyar kir ku rewşeke zehmet e.

Li hemberî vê êrîşê Rûsyayê, li sê herêmên li ser sînorê Ûkraynayê ku Kursk û Belgorod jî di nav de hene, pêkanîna rejîma “têkoşîna li dijî terorê” ragihand.

Rûsya roja Şemiyê zêdeyî 76 hezar kes ji herêma bandor lê bûye derxist. Li aliyê din Ûkrayna jî xwest, herî kêm 20 hezar sivîl ji herêma Sûmy bên valakirin.