Rûsya li Arktîkayê di warê leşkerî û aborî de xwe bi hêz dike

Rûsyayê ragihand ku ew dixwaze li Arktîkayê di warê leşkerî û aborî de xwe bi hêz bike.

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ji ber Roja Hêzên Deryayî ya Rûsyayê doktrîna deryayê ya xwe îmze kir.

Doktrîna ku li St. Petersbûrgê bi meresimekê hat îmzekirin, nîşan dide ku herêma Arktîkayê ya li ser Daîreya Cemsera Bakur “ne tenê bi aborî, di warê leşkerî de jî vediguhere herêmek a hevrikî ya navneteweyî.”

Hat zanîn ku Moskova hesabê vê hêmanê jî kiriye ku wê di dagir kirin û keşfê de pozîsyona xwe ya pêşeng bi hêz bike, di heman demê de wê heyîna xwe ya madenî û potansiyela fîloyên xwe yên leşkerî xurt bike û “îstiqrara stratejîk” pêk bîne.

Li gorî doktrînê Moskova, dixwaze Rêya Bakurêrojhilat ku Ewropayê heta peravên Rûsyayê bi Asyayê ve girê dide “Rotaya Deryayê ya Bakur” veguherîne “Rotayek a bi ewle û hevrikî.”

Doktrîna bi 55 rûpelan, bertek nîşanî hewldana DYE’yê ya “Xwe bike serwerê behrên li cîhanê” û nêzbûna sînorên Rûsan ên leşkerên NATO’yê” dide. Rûsya van ji xwe re wek gefên bingehîn dibîne.