Rûsya: Kêmkirina hilberînê aramî anî piyaseya petrolê

Li gorî Rûsyayê bi armanca ku bihayê petrolê were kêmkirin, biryara kêmkirina hilberîna petrolê ya welatên OPEC'ê û hilberînerên din, kir ku, ''aramî were piyaseyan''.

Kanûna 2018'an Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û welatên din ên hilberîner ên mîna Rûsyayê piştî danûstandinan biryar li ser dabûn ku rojane 1,2 milyon warîl were kêmkirin. Piştî vê biryarê bihayê petrolê ku li derdora 50 dolarî bû, vê gavê li ser 65 dolaran e.

Kêmbûna bihayê petrolê, ku nemaze bi 2014'an re vê dest pê kiriye, bandor li ser welatên mîna Siûdî, Rûsya û Wenezûelayê kiribû, ku aboriya wan bi giştî li ser îxraca petrolê ye. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî ku ji rojnameya Fînancîal Tîmes re axivî, got, peymana ku Kanûnêli ser wê li hev kiribûn, ''aramî anî piyaseyan''.

Lê Putîn zelal nekir bê ka ew dixwaze peyman were dirêjkirin an na. Ropartan Putîn beriya hevdîtina bi Prens Salman bîn Mihemed re ya li Civîna G20'an hate weşandin.

Bihayên petrolê 2011-2012'an ji 120 dolarî bihurîbûn û rekoreke mezin şikandibû.

Piştî nîvê sala 2014'an bihayê wê bêhtir ket, 2016'an heta bi 25-30 dolarî ketibû.