Rûsya çekên xwe yên kîmyewî yên dawî îmha kir
Rûsyayê ragihand, çekên xwe yên kîmyewî yên dawî yên li gel heta salekê dem jêre hatibû diyarkirin, îmha kirin.
Rûsyayê ragihand, çekên xwe yên kîmyewî yên dawî yên li gel heta salekê dem jêre hatibû diyarkirin, îmha kirin.
Têkildarî mijarê Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn axivî û diyar kir ku çekên kîmyewî yên dawî ku di destê wan de li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî (NY) îmha kirin.
Pûtîn destnîşan kir ku welatê wî li gorî Peymana Îmhakirina Çekên Kîmyewî ya NY ku sala 1993’an îmze kirî tevgeriyane, anî ziman ku îmahkirina çekên dawî yên kîmyewî weke ‘bûyerekî dîrokî’ pênase kir. Pûtîn, nerazîbûn nîşanî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kir û ev îdîa kir: ‘Berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.’
Li gorî Peymana Îmhakirina Çekên Kîmyewî ya 1993’an, pêşxistina çekên kîmyewî, hilberandin, ji bo hêzên din sewqkirin û bikaranîna van çekan hate qedexekirin.