Rûhanî cara 2’yan bû Serokkomar!

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartina serokkomariyê ya li Îranê, Hasan Rûhanî cara 2’yan hilbijartina Serokkomariyê bi dest ve anî.

Li gorî Wezareta Navxweyî ji 56 milyon hilbjêrên qeydkirî, ji 40 milyonî zêdetir hilbjêr çûne ser sindoqan.

Rêjeya tevlîbûnê sedî 70 derbas kir. Li gorî encamên destpêkê Rûhanî ji dengan sedî 58 bi dest xisitye û bi ferqeke mezin  daye pêşiya  hevrikê xwe Îbrahîm Reyîsî.


Li gorî ajansa nûçeyan a Fars Rûhanî  23 milyon deng bi dest xistiye. Reyîsî jî 15 milyon deng bi destxistiye. Şansê serketina herdu namzetên din jî nemaye. Li gorî encaman Mistefa Mir Selîm ji dengan 45 hezar û 500, Mistefa Haşimatabe ji 21 hezar deng bidestxistiye.