Rûhanî nekarî parlamenteran qanih bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ku der barê wî pêşnûme pirsa pê baweriyê hate dayin, di mijara pirsgirêkên aborî û civakî de nekarî parlamenteran qanih bike.

Hasan Rûhanî cara yekê ji aliyê wekîlan ve hate lêpirsîn. Ev yek di demeke welê de pêk hat ku di navbera Îran û DYA'yê de ji ber bernameya nukleerî alozî heye û çalakiyên protestoyî yên ji ber krîza aborî û civakî zêde bûye.

Di rûniştina du saetan a meclîsê de parlamenteran li ser pênc dosyayan nêrîna xwe anîn ziman. Parlamenteran li ser çar ji pênc dosyayan aciziya xwe nîşan dan.

Serokkomar Rûhanî li hemberî rexneyên mûxafazakar û reformxwazan got, "Divê neyê gotin ku krîzek li hemberî me heye. Krîz nîne. Eger ev yek were gotin, ev ê bibe pirsgirêkeke civakî û veguhere gefeke rasteqîn."

Rûhanî di rûniştina meclîsê de li ser mijara derketina welêt ji nava krîzê ti pêşniyar nekir.

Serokkomar got, "Mirov ji DYA'yê ditirsin. Ji nelihevkirina me ditirsin. Eger mirov bibînin ku em bi hev re û yek in, hingî wê bawer bikin ku pirsgirêk jî dikarin werin çareserkirin."

Parlament dikare Rûhanî ji wezîfeyê bigire. Lê lîderê olî Ayetûllah Alî Hamaney hîn jî destekê dide Rûhanî.