Rûhanî: Em ê ambargoya DYA'yê têk bibin

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî got, wê ambargoya DYA'yê têk bibin.

Piştî ku pêkanînên DYA'yê yên li ser Îranê ketin meriyetê, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî daxuyaniyek da.

Rûhanî got, "Amerîka dixwaze petrol ji Îranê neyê firotin. Lê em ê petrola xwe bifiroşin û ambargoyê têk bibin."

'ŞERÊ ABORIYÊ'

Rûhanî got, "Ev yek şerekî aborî ye li dijî Îranê, lê belê divê Amerîka fêhm bike ku li dijî Îranê nikare zimanê hêzê bi kar bîne." Rûhanî diyar kir ku ew amade ne li dijî her şêwe zextan li ber xwe bidin.

Pakêta duyemîn a pêkanînên DYA'yê yên li ser Îranê vê sibehê ketibû dewrê.