Rûhanî: DYA li ser qewlê xwe nemîne encam wê giran bin
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser gefa Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ku gotî ew ê peymana nükleere li erde bihêle, got, wê encamên biryareke wiha ‘giran’ bin.
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser gefa Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ku gotî ew ê peymana nükleere li erde bihêle, got, wê encamên biryareke wiha ‘giran’ bin.
Rûhanî di televîzyona dewletê ya Îranê de axivî û got,’’Ez vê ji Qesra Spî re dibêjim; heke li ser qewlê xwe neminin, hikûmeta Îranê wê bersiveke tund bide’’.
Rûhanî got, ‘’Kî li ser vê peymanê nemîne, dive bizanibe ku encamên wê, wê pir giran bin.’’
Van rojên dawiyê li ser peymana nukleerê daxuyanî zêde bûn. Beriya bi çend rojan Wezîrê Karê Derve yê Îranê jî got heke Trûmp peymanê li erdê bihêle Îran wê zend û bendên xwe ji hilberandina uranyûmê re rake.
Trûmp heta 12’ê Gulanê wext dabû hevalbendên Ewropî ku careke dî dêhn û bala xwe bidin ser peymana nukleeerê û şertên peymanê yên li ser Îranê bijdînin. Tûmp kêmasiyên peymanê destnîşan kiribû û xwestibû kêmasiyên peymanê werin çareserkirin. Trûmp gotibû heke şertên peymanê yên li ser Îranê neyên girankirin ew ê ji peymanê vekişin.
Rûsya û Çîn jî li ser vê gefa Trûmp li eniya Îranê man. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Duşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Moskow û Pekîn wê nehêlin ku DYA peymana nukleerê sabote bike.