Rûhanî: Biryara ûranyûmê bersiva li 'terorîzma nukleerî' ya Îsraîlê ye

Li Viyanayê danûstandinên li ser peymana nukleerê ya Îranê dewam dikin. Dewleta Îranê daniye pêşiya xwe ku hefteya bê di asta ji sedî 60'î de ûranyûmê dewlemend bike. Rûhanî diyar kir ku ev yek bersiva li êrişa Îsraîlê ye.

Danûstandinên li Viyanayê bi pêngav û şantajên aliyan zehmet dibin.

Sefîrê Îranê yê li Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Kazim Garîbabadî diyar kir ku hefteya bê wê di asta ji sedî 60'î de ûranyûmê dewlemend bikin.

Garîbabadî anî ziman ku ji bo bicihanîna vê biryarê wan êvara Sêşemê dest bi amadekariyan kirine.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku biryara dewlemendkirina ûranyûmê di asta ji sedî 60'î de bersiva li teqîna li febrîqeya hilbeîna ûranyûmê ya li Natanzê ye.

Rûnahî li Konseya Wezîran axivî û ji bo Îsraîlê got, "Ev yek bersiva li nêta we ya nebaş e (...) Ya ku we kir terorîzma nukleerî ye, ya ku em dikin legal e."

Roja Yekşemê li febrîqeya hilberîna ûranyûmê ya Natanzê teqînek çêbûbû û gelek santrîfujan zerar dîtibûn. Rayedarên Îranê ji vê sabotajê Îsraîl berpirsyar nîşan dabû.