Rûhanî: Îran naxwaze êrîşî cîranên xwe bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî got, niyeta wan nîne ku êrîşî cîranên xwe bike, lê wê her şêwe çekên ku pêwîstiya wan ji bo parastinê pê heye çêbikin.

Serokkomar Rûhanî bi wesîleya Roja Artêşa Îranê li Tehranê axivî û ji bo welatên Rojhilata navîn got, "Em dixwazin bibin cîranekî baş û ji we jî dixwazin ku hûn jî ji bo me bibin cîranên baş."

Rûhanî got, "Bi ti awayî niyeteke me nîne ku êrîşî we bikin" û wiha dewam kir: "Em welatekî mezin in ku çavkaniyên xwe xurt in. Em welatekî mezin ê hemdem in. Îranê bi dehan, bi sedan salî êrîşî ti cîranekî xwe nekir, êrîşî ti welatekî herêmê nekir."

Rejîma Îranê bi navê têkoşîna dijî DAÎŞ'ê hevkariya rejîma Sûriyeyê dike. Li Iraqê jî tevlî şer bû. Di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de li herêmê reqabeteke mezin heye. Îran di nava hedefên Washingtonê de cih digire. DYA, Erebîstana Siûdî û welatên rojavayî Îranê sûcdar dikin ku nahêle Rojhilata Navîn aram bibe. Îran jî bi heman rengî van hêzan sûcdar dike.