Rokêt li Kabûlê ketin: 3 mirî, 16 birîndar

Ji ber rokêtên ku li paytexta Efganîstanê Kabûlê ketin bi kêmanî 3 kesm mirin û 16 kes birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxweyî Tarik Arîan Çarşemê daxuyanî da û got êrîş duh ango Sêşemê bûye.

Arîan got, ''Mixabi bi encama êrîşên rokêtan du jê memûrên hikûmetê 3 kes mirin û 4 jê jê zarok yek jê jin bi tevahî 16 kes birîndar bûn.''

Hate diyarkirin di salvegera 101'ê ya damezirîna serxwebûna wetlêt de 14 roket li paytextê ketine û û yek jê li qesra Serokomariyê ketiye.

Hate gotin yek ji kesê mirî endamê berevaniya rûmetê ya Serokkomariyê ye. Her wiha hate diyarkirin di êrîşa rokêtê de ya ku piştî merasîmê bi demeke kurt li qesra Serokkomariyê ketiye ji birîndaran 6 jê zêrevan in.

Van du salên dawî ev cara sêyan e ku qesra Serokkomariyê dibe hedefa êrîşên wiha. Tebaxa 2018'an 30 obûsan li Kabûlê dabûn, hin jê dema ku Serokkomar Eşref Ganî diaxivî pêk hatibûn. Çeteyên DAÎŞ'ê ev êrîş anîbûn ser xwe.