Rojnamevanên Yewnan dest bi grevê kirin

Li Yewnanîstanê, rojnamevanan dest bi grevê kirin. Grev wê du rojan bidome.

Rojnamevan, ji bo şermezarkirina guhertinên di sîgortaya wan de bên kirin, dest bi grevê kirin. Grevê danê vê sibehê saet di 06:00 de dest pê kir û wê heta sibeha Pêncşemê saet di 06:00 de dwam bike. Rojnamevanan biryar dan ku di sektora taybet û dewletê de, xwe ji karên ku pêwendiya xwe bi nûçeyan heye vegirin.

Sendîkaya rojnamevanan li ser mijarê daxuyanî da û got, "Em nêzîkatiyeke taybet naxwazin. Em nêzîkatiyeke wekhev dixwazin. Ji bo sîgorta tenduristiyê û sindoqa alîkariyê neyên kêmkirin, ku hemû xebatkaran eleqedar dike, em têdikoşin."