Rojnamevanê Fransî diyar kir ku civaka navneteweyî li hemberî Kurdan nankor tevdigere

Rojnamevan û nivîskar Phîllîppe de Val di radyoya Eûrope 1’ê de peymana bi Tirkiyeyê ya di civîna NATO’yê de nirxand û diyar kir ku civaka navneteweyî li hemberî Kurdan nankor tevdigere û dengê gelê Kurd nabihîze.

Rojnamevan û nivîskar Phîllîppe de Val bû mêvanê radyoya Eûrope 1’ê û got “Kurdbûn ne tiştekî baş e. Dema mirov Kurd be, lêdanê dixwe, zilmê dibîne, tê girtin. Heke hûn naxwazin bibin awantaja nankoriyeke navneteweyî bibin Polonyayî, bibin Înûît an jî Erjantînî lê nebin Kurd. Çar neteweyan axa Kurdan di nav xwe ve li hev par ve kirine. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Kurd bin dîktatoriyeke leşkerî û rejîmeke faşîst de dijîn.”

Phîllîppe peymana Lozanê, parçekirina axa Kurdan û qirkirina rejîma Saddam Huseyîn bi bîr xist û diyar kir ku di sala 2014’an de DAÎŞ derket holê û got  “Di têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê de Kurd li eniyên pêş bûn. Kurdan ji bo rizgarkirina jiyana me, jiyana xwe feda kirin. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê artêşa Tirk li ber çavê welatên rojava ji bo qirkirina Kurdan kete Sûriyeyê. Lê çi fêde welatên rojava nexwestin vî tiştî bibînin.”

TÊKILIYA DI NAVBERA KURDAN, FÎNLANDIYA Û SWÊDÊ ÇI YE?

Val diyar kir ku bi destpêkirina şerê Ukraynayê re Swêd û Fînlandiya bi sedema ku ew jî dibin gefan de ne, xwestin têkevin NATO’yê û got" "Ev her du welat dûrî Kurdistanê ne. Di navbera tevlêbûna van welatan a NATO’yê û Kurdan de tu têkilî tune. Ji xeynî Erdogan."

Val bal kişand ser vî tiştî ku Erdogan gef xwariye heke Kurd teslîmî wî neyê kirin wê endamtiya NATO’yê veto bike.