Roja 59'an a şerê Hamas-Îsraîlê: Li Xezeyê zêdeyî 15 hezar û 500 kes mirin

Di roja 59'an a şerê Îsraîl-Hamasê de bombardûmaneke giran li ser Xezeyê hate kirin. Îsraîlê ragihand ku bi şev li 200 'hedefî' xistine.

Şerê ku 7'ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, keta roja 59'an. Agirbesta navbera aliyan heft rojan dewam kir û şer di 1'ê Mijdarê de jinûve destpê kir.

ZÊDEYÎ 15 HEZAR Û 500 KES HATIN KUŞTIN

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombardûmana Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê de 15 hezar û 523 kes hatin kuştin ku ji sedî 70 ji wan jin û zarok bûn.

Artêşa Îsraîlê jî li ser X'ê daxuyaniyek da û ragihand ku bi şev wan li 200 'hedefî' xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Binesaziya terorîstan a li hundirê dibistanên li bakurê Şerîda Xezeyê hatin îmhakirin."

Berdevkê artêşê Danîel Hagarî êvara Yekemê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêş operasyona bejahî ya li Şerîda Xezeyê berfireh dike.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di operasyonên bejahî de ji 27'ê Cotmehê û vir ve hin herêmên cuda yên li bakurê Xezeyê kontrol kirine.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû dawiya hefteyê ji bo êrîşek li ser başûrê Şerîda Xezeyê biryar da.

Heta niha dest li vê herêmê nehatibû werdan. Bakurê herêmê bi taybetî jî bajarê Xezeyê ji destpêka şer û vir ve bi giranî tê bombekirin.

LI ŞERÎA ROJAVA ŞER

Medya Fîlîstîn û Îsraîlê ragihand ku li Şerîa Rojava ya dagirkirî êrîşên hêzên Îsraîlê û şer dewam dike.

Li gorî stasyona radyo ya Îsraîlê GLZ, li Kalkilyayê du kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fîlîstînê WAFA jî yekîneyên Îsraîlê li Dheîşayê 16 Fîlîstînî, li Kalkilyayê jî kesek girtin. Li gorî WAFA'yê li Cenînê 9, li Erîhayê jî 6 kes hatin girtin.