Riyalê Îranê di du rojan de 18 ji sedî kêm bû

Riyalê Îranê li hemberî dolar di nava du rojan de 18 ji sedî kêm bû.

Roja Sêşemê kûra dolar/riyal bû 119 hezar. Li gorî roja Yekşemê ya ku ev kûr 100 hezar bû, tê dîtin ku rîyal li hemberî dolar 18 ji sedî kêm bûye.

Di 1’ê Çileya 2018’an de ji bo dolarekî 42 hezar û 900 riyal têr dikir. Ji serê salê û heta niha riyal ji sê paran pareke xwe winda kir.

Banka Navendî ya Îranê roja Duşemê daxuyanî da û diyar kir ku ‘ji ber komploya dijminan’ ev tişt pêk hatiye û di rojên pêş de ew ê li hemberî vê kêmbûna riyal tevdîrên nû bistînin.

Rejîma Îranê di meha Nîsanê de nirxa riyal a li hemberî dolar li 42 hezaran sabît kiribû lê ev bi kêr nehatibû. Piştî vê tevdîrê borsa teqiya û Banka Navendî neçar ma ku biryara xwe nermtir bike.

Piştî biryara vekişandina peymana nuklerî ya ku di 2015’an de bi DYA’yê re, ketina riyal zêdetir bû. Serokê DYA’yê Donald Trûmp bi vê biryarê re, rêya tundkirina polîtîkayên li dijî Îranê vedike. Trûmp diyar kir ku di 6’ê Tebaxê û di 4’ê Mijdarê de ew ê zextan bikin. Ewrûpa, Rûsya û Çîn li dijî peymana nukleerî tevdigerin.