Riyad bi germî nêzî pêşniyara agirbestê ya Hûsiyan bû

Erebistana Siûdî ji bo pêşniyara agirbestê ya Hûsiyên li Yemenê got 'erênî' ye, lê belê diyar kir ku ew li benda pratîkê ne.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Halîd Bîn Salman got, "Agirbesta ku li Yemenê hate ragihandin ji aliyê Qraliyetê ve erênî hate dîtin." Her wiha diyar kir ku Qraliyeta Siûdî li bendê ye ku agirbest bi rengekî çalak bi cih bê anîn.

Hûsiyên Yemenî di 21'ê Îlonê de ragihandibûn ku ew amade ne bi Riyadê re li hev bikin û dubare kirin ku li gel êrîşên hewayî yên Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî pêşniyara agirbestê kirin.

Piştî vê daxuyaniya ku nedihat payin Erebistana Siûdî diyar kir ku ew ê ne li gotinên Hûsiyan lê li pratîka wan binerin.

Prens Halîd Bîn Salman her wiha diyar kir ku Îran rewşa li Yemenê 'bi kar tîne' û 'xwe ji berpirsyariya çalakiyên terorîstî vedigire'.