Rîska Pandemî zêde dibe: Wê bandorê li aboriya cîhanê jî bike

Şewba vîrûsa Korona ku heta niha li dehan welatan bû sedema mirina 4 hezar kesî, bi lez belav dibe. Vîrûs li ser aboriya cîhanê bûye rîska resesyonê û paşketinê.

Covîd-19 ku dawiya meha Kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê der bû, heta şeva Duşemê li 101 welatan bi 113 hezar û 500 kesî ket. Piraniya wan li Çînê herî kêm 3 hezar 996 kes ji ber vîrûsê mirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), metirsî roj bi roj zêde dibe ku şewba Covîd-19 veguhere "pandemiyê". WHO'yê diyar kir ku kontrolkirina şewbê pêkane, lê belê asta bandora şewbê yan jî pandemiyê nayê texmînkirin.

ÎTALYA BI TEMAMÎ DI KARANTÎNAYÊ DE YE

Şewba ku li Çînê bi 80 hezar û 700 kesî ket, hate îdîakirin ku "tê kontrolkirin". Kêmbûna hejmara mirovên bi vîrûsê dikevin jî vê yekê piştrast dike. Piştî Çînê, hem ji aliyê nexweşan hem jî ji aliyê hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan Îtalya di rêza duyemîn de ye. Li gorî daneyên dawî li gelemperiya Îtalyayê herî kêm 9 hezar û 172 kes bi vîrûsê ketine û 463 kesî jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî Lombardiyayê ku nexweşên destpêkê yên ji ber vîrûsê lê hate tespîtkirin, niha jî li tevahiya Îtalyayê karantîna heye. Hikumet bang dike ku kes dernekeve ger û geştê.

Rêveberiya Tûnisê jî biryar da ku seferên deryayê yên ber bi Îtalyayê ve hemûyan rawestîne.

LI GELEMPERIYA EWROPAYÊ BELAV DIBE

Ji bilî Îtalyayê, hejmara mirovên bi şewba Covîd-19 ketine li welatên din ên Ewropayê zêde dibe. Tenê li herêma Ile-de-France ku paytexta Fransa Parîs jî di nav de ye 300 nexweşên bi vîrûsê hatin ragihandin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, ev tenê hejmara wan kesan e ku li nexweşxaneyên herêmê yan jî malan tedawî dibin. Hejmara giştî jî 1212 kes e. Hejmara qurbaniyan jî gihîşt 25 kese.

Li mezintirîn welatê Yekîtiya Ewropayê li Elmanyayê hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine 1172 kes hate ragihandin. Her wiha hate gotin ku 2 kes ji ber vîrûsê mirine.

Yek ji welatên ku Covîd-19 bi lez lê belav dibe Spanya ye. Hejmara mirovên li Spanyayê bi vîrûsê ketine 1073 kes in. Hejmara qurbaniyan jî 28 kes in.

LI ÎRANÊ ZÊDE DIBE

Vîrûsa Korona Covîd-19 li Îranê bi lez û bez belav dibe. Li gorî daneyên dawî 7 hezar û 161 kes li Îranê bi vîrûsê ketine. Her wiha li gorî daneyên fermî 237 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî Çînê yek ji welatên ku herî zêde vîrûs lê belav bû Koreya Başûr e. Li Koreya Başûr 7 hezar û 478 kes bi vîrûsê ketin û 53 kes lê mirin. Li gelemperiya cîhanê hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin rêjeya wan bi giranî 2-3 ji sedî ye. Balkêş e li Koreya Başûr ev rêje di binê 1 ji sedî de ye.

62 HEZAR NEXWEŞ BAŞ BÛN

Di şewba nû ya Korona de ya ku hêviyê zêde dike, hejmara mirovên bi vîrûsê ketin û tenduristiya wan baş bû. Li gelemperiya cîhanê heta niha 113 hezar kes bi nexweşiyê ketin û 62 hezar û 500 kes ji wan jî baş bûn.

Lê belê belavbûna vîrûsê bi lez û bez, metirsiya li ser bi deh hezaran mirovî zêde dike.

DIBE KU 2 TRÎLYON DOLAR ZERAR LI ABORIYÊ BIBE

Tê gotin, zerara ku Covîd-19 bide aboriya cîhanê bi hezaran milyar dolar be.

Li gorî lêkolîna dawî ya Konferansa Pêşketin û Aboriyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD), di aboriya global a îsal de ji ber Covîd-19 windahî dibe ku ji 1 heta 2 trîlyon dolarî be. Di lêkolînê de hate ragihandin, mezinahiya aboriyê ku bi rêjeya 3.4 dihate texmînkirin wê di bin 2.5 ji sedî de be.