Rêyên Hewayî yên Fransayê dîsa kete grevê

Danûstandinên ji bo mafên xebatkarên Rêyên Hewayî yên Fransayê duh ji nû ve dest pê kirin. Ji ber grevê jî yek ji sê parên seferên balafiran ên îro betal bûn.

Xebatkarên Şırketa Rêyên Hewayî ya Fransayê (AirFrance) dixwazin, 6 ji sedî zem li mûçeyên wan bê kirin. Lê belê şîrketê pêşniyar kir ku 2 ji sedî zem pêk were û di nava 3 salan de ev zem bibe 5 ji sedî.

Sendîkayan pêşniyara şîrketê qebûl nekirin. Lewma hate ragihandin ku greva berê plana wê hatiye kirin îro bidome. Yek ji sê parên pîlotan û nêzî yek ji pênc parên xebatkarên din tevlî grevê bibin. Ji ber grevê gelek seferên balafiran betal bûn.

Ji ber grevê 45 ji sedî yê seferên navber dirêj û 35 ji sedî yê seferên navbera navîn betal bûn. Seferên mesafeya kin jî yek ji pênc paran betal bû.

Tê gotin, bi grevên îro û sibe re, wê maliyeta greva bi hefteyan de didome ya li şîrketê bûye, herî kêm 200 milyon Euro be.