Partî û rêxistinên navneteweyî nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan

Rêxistinên navneteweyî nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re dan û diyar kirin ku PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiyê û çarenûsa xwe dike.

Gelek rêxistinên navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî kiryarên PDK'ê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi mehan e partiya li Başûrê Kurdistanê desthilatdar e PDK (Partiya Barzanî) bi bahaneyên durû xwe ji bo şerekî li dijî PKK'ê amade dike. Eşkere ye ku PDK bi îftira û provokasyonên leşkerî, bi hevkariya bi rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê re ji bo dewleta Tirk a faşîst amadekariya bingeha şerekî dagirkeriyê yê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dike. Bicihkirina hêzên leşkerî ji bo dorpêçkirina tevgera azadiyê ya Kurd û qutkirina pêwendiyên bi derve ne."

'PDK ÎSTÎXBARATÊ DIDE TIRKIYEYÊ'

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"PDK'ê li 'Deriyê Qendîlê' ya li herêma Zînî Wertê yekîneyên leşkerî bi cih kir û kir ku hêzên hewayî yên Tirk bombeyan li çeperên gerîla yên li herêmê bibarînin. Hêzên taybet ên PDK'ê bi çekên giran qada gerîla Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç kir. Bi vê yekê re, artêşa Tirk li herêmên stratejîk Heftanîn, Bradost, Xinêre, Goşîne û Helgûrtê dest bi êrişê kir. Êrişên bêdawî yên Hêzên Hewayî yên Tirk nîşan dide ku PDK îstîbarateke yekser dide Tirkiyeyê.

Tevî vê yekê, hikumeta Iraqê û PDK ji Cotmehê ve ji bo li ser herêma Êzidiyan a xweser a Şengalê serwer bin û hêzên xweparastinê belav bikin, gavên şênber diavêjin.

'METIRSIYEKE MEZIN E'

Ev hemû mînak, çarçoveya berfireh a amadekariyên şer nîşan didin ku di nava koalîsyonekê de bi erêkirina hin hêzên dij bi şoreşê ve tê meşandin. Dewleta Tirk ji bo tunekirina PKK'ê, ji bo şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kurd, bi hemû hêza xwe êrişî destketiyên gelê Kurd bi taybetî jî jinan dike. Hêza emperyalîst DYE ku di 6'ê Mijdara 2018'an de bi banga girtina kadroyên pêşeng ên PKK'ê ya di berdêla xelatdayinê de, dijminatiya xwe ya li PKK'ê nû kir û bi vî rengî piştgiriyê dide her cûre planên ji bo lawazkirina tevgera azadiyê ya Kurd. Dewletên mêtinger ên li herêmê jî destekê didin êrişa li dijî PKK'ê, ku PKK yek ji dînamîkên herî girîng ên antîemperyalîst e û ji bo rêveberên emperyalîst weke gefekê tê dîtin. Lewma êrişên li Başûrê Kurdistanê yên li ser PKK'ê, ji bo têkoşîna azadiyê ya li herêmê metirsiyeke mezin e.

'PDK XIYANETÊ DIKE'

PDK a ku li ber hewldanên yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd radibe û bangên ji bo aramiyê jinedîtî ve tê, bi hevkariya xayin a bi dewleta Tirk a faşîst re şerekî navxweyî yê Kurdan sor dike ku dikare li her devera Kurdistanê belav bibe. PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê dike.

Divê ev plan bê têkbirin û piştgiriya navneteweyî ya bi gelê Kurd re bê birêxistinkirin.

Em bang li PDK'ê dikin ku tavilê amadekariya hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re bîne, dawî li amadekariya şer bîne!

Li dijî her cûre êrişên li ser şervanên azadiyê û gelê Kurd ên li her devera Kurdistanê em bang li mirovên azadîparêz ên li cîhanê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê!"

PARTÎ Û RÊXISTINÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

Sazî û rêxistinên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:

"PCPCI   Partiya Komunîst Proleter a Peravên Diranê Fîlan
MMLPL   Xeta Marksîst Lenînîst Prolter, Fas
CPSA (ML)   Partiya Komunîst a Başûrê Efrîkayê (Marksist-Leninist)
PCT   Partiya Komunîst a Togo
PPDS   Partiya Sosyalîst Demokratîk Welatparêz, Tûnis
MLOA   Rêxistina Marksîst-Lenînîst a Efganistanê
CPB   Partiya Komunîst a Bangladeşê
CPI (ML) Red Star  Partiya Komunîst a Hindistanê (Marksist-Leninist) Stêrk a Sor
NCP (Mashal)  Partiya Komunîst a Nepalê (Maşal)
PPRF   Eniya Komarê ya Gelan a Welatparêz a Nepalê
NDMLP  Partiya Marksîst-Lenînîst Demokratîk a Nû, Srî Lanka
CPA/ML  Partiya Komunîst a Awûstrtalyayê (Marksist-Leninist)
БКП   Partiya Komunîst a Bûlgaristanê
БРП(к)  Partiya Karker a Bûlgaristanê (Komunist)
PR-ByH Partija Rada - Partiya Karker - Bosna Hersek
MLPD   Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanyayê
UCLyon  Yekîtiya Komunîstên Lyonê, Fransa
UPML   Yekîtiya proleter a Marksîst-Lenînîst, Fransa
KOL   Rêxistina Komunîst a Luksembûrgê
RM    Berbanga Sor, Hollanda
UMLP   Yekîtiya Marksîst-Lenînîst a Portekîzê
MLKP   Partiya Komunîst Marksîst Lenînîst Tirkiye / Kurdistan
KSRD    Konseya Koordînasyona Tevgera Çîna Karker, Ûkrayna
PR   Partiya Karker a Parîja Rada, Yûgoslavya (berê)
PCC-M   Partiya Komunîst a Kolombiyayê - Maoîst
NPCH (ML)   Partiya Komunîst a Nû ya Haîtî (Marksist-Leninist)
PCP (independiente)  Partiya Komunîst a Paragûayê (Serbixwe)
BDP   Bloka Gelparêz Demokratîk a Perû
PC (ML)   Partiya Komunîst a Komarê ya Domînîkê (Marksist-Leninist)
PCR-U   Partiya Komunîst Şoreşger a Ûrûgûayê
UPC-Yekîtiya Gelan a Kamerînê Manîdem - Manîfestoya Neteweyî ji bo Demokrasiyê."