Rêxistinên Kurdistanî ling dane xebatên netewî

Rêxistinên Kurdistanî ku li Kolnê hatin cem hev, ji bo yekîtiya netewî li Ewropa wê bimeşin, xebatên dîplomasiyê bikin. Platforma Defend Rojava bang kir ku her kes tevlî meşên ji bo yekîtiya netewî ya li Ewropayê bibe.

Platfrma Defend Rojava ku ji 75 partiyên siyasî û saziyên Kurdistanî pêk tê li Kolnê civînek kir.  Êvara bihurî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîn hate kirin, di serî de KCDK-E, nûnerên Goran, Komala, PJAK, Partî Demokratî, Kurdên Sûrî, PYD, Partiya Komunîstên Iraqa Kurdistanê û yên nêzî 20 partiyên siyasî û KNK'ê hazir bûn. Partî û saziyên ku di platformê de bûn lê ne hazir bûn bi peyaman diyar kirin ku wê li pişt biryarên hevpar rawestin.

Piştî civînê biryarên ku hatine standin hate ragihandin. Di civînê de ji bo organîzazyona meşên ku wê 5-6 û 7'ê Kanûnê werin kirin  komîteyek hate avakirin. Hate gotin 5-6'ê Kanûnê wê ji Lozanê heta bi Cinêvê meşeke dirêj were kirin û siyasetmedar, hunermend û rewşenbîr ji çar parçeyên Kurdistanê wê hazir bin. 7'ê Kanûnê li navendên girîng ên cîhanê ku Kurdistanî lê dijîn wê meş werin kirin. Meş bi dirûşma, ''Ji bo têkbirina dagirkeriyê yekîtiya netewî ava bikin'' wê werin kirin.

JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ SEFERBERÎ

Piştî civînê li ser navê Platforma Defend Rojava hate gotin Kurdan sedsala 20'an bi berxwedanê tije kirine, berdêlên giran dane û dixwaze êdî li nav neteweyên cîhanê cihê giramgir ê ku heq dike bistîne, bibe xwedî serfiraziya mîsoger û li ser çarenûsa xwe ya siyasî dixwaze bibe xwedî gotin û biryar û bi domdarî diyar kir, ji bo vê jî, beriya her tiştî li dora yekîtiya netewî stratejiyeke hevpar û rêxistiniyeke sazûmanbûyî dixwaze ku ji çar parçeyên Kurdistanê wê vîna demokratîk a gelê Kurd biterisîne û hate gotin.

Bi domdarî hate gotin, ''Heke ev ev pêk were tecrûbeyên siyasî, leşkerî, aborî û çandî, ku bi berdêlên giran hatine afirandin wê xurt bibin, dahatuya Kurdan bi vê wê bibe xwedî dirûvekî. Ji ber vê, bi giringiyeke jiyanî ye ku ji çar parçeyên Kurdistanê, ji dîasporayê partiyên Kurd, sazî û dezgeh, rewşenbîr, hunermend û nûnerên civaka sivîl li dora Konferansa Netewî werin cem hev, astengiyên li ber yekîtiya netewî çareser bikin û çareseriyan hilberînin.''

GEF LI SER HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ HEYE

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate goitn gef ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê hene û bi êrîşên ser Rojava re Kurdên li Başûr, Bakur, Rojhilat û dîasporayê jî gef li ser xwe hîs kirin, li dijî dagirkeriyê bi yek rengî û bi yek dengî helwesta xwe nîşan dane, bi berxwedana Rojava re giyanê yekîtiya netewî geş bûye. 

Helwesta gelê Başûr a li dijî dagirkeriyê hate bibîrxistin hate gotin ''helwesteke netewî nîşan daye'' û bi domdarî hate gotin, ''Hunermendên Kurd, medyaya Kurd bi giştî li dijî dagirkeriyê bûye xwedî helwest. Rojhilat serhildana herî mezin a dîrokî di pêvajoya dagirkeriyê de pêk aniye. Li qadan gelê me bi dirûşma ''yek e yek e yek e, gelê Kurd yek  e'' yekîtiya xwe çêkiriye û banga, ''yekîtiya netewî ava bikin, vê sedsalê bikin sedsala Kurdan û azadî û statûya Kurdistanê''.

Di daxuyaniyê de herî dawî banga tevlêbûnê li partiyên çar parçeyên Kurdistanê, li sazî û dezgehan û şexsiyetan ya li meşê hate kirin û hate gotin, ''5-6'ê Kanûnê bi tevlêbûna partî, sazî û dezgeh, nûneran, rewşenbîr û hunermendan wê meşa Lozan-Cinêvê çêbibe û 7'ê Kanûnê li hemû cîhanê wê meşên yekîtiya netewî û berxwedanê çêbibin''.