Rêxistinên Kurdan: Ne ya qebûlkirinê ye ku Erdogan bê Swîsreyê

Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) û Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) destnîşan kirin ku hatina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo tevlîbûna li Forûma Penaberan a li Cenevreyê nayê qebûlkirin.

Di 17 û 18'ê Kanûnê de wê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî Forûma Penaberan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêk were. Ji bo forûmê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî hate vexwendin ku ev yek bû sedema nerazîbûnan.

YJK-S û CDK-S daxuyaniyeke hevpar weşandin û destnîşan kirin ku ev serdan ne ya qebûlkirinê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Erdogan û partiya koalîsyona wî MHP di dema wezîfeya xwe de li dijî Kurdan şer ragihand. Bi hezaran mirov girt û bi hezaran jî neçar hişt ku koç bikin. Bi hezaran siyasetmedar, aktîvîstên mafên jinan, şaredar, serokên partiyan, hevserok, akademîsyen û aktîvîstên mafên mirovan hatin girtin û bi sedn hatin kuştin."

Her du rêxistinên Kurdan ragihandin ku polîtîkaya hikumeta Tirk ji dema avabûnê ve li ser tinekirina gelane û ji Qirkirina Ermenan heta hovîtiyên li Sûr-Cizîr-Nisêbînê komkujiyên hatin kirin hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Erdogan bi piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ, El Qaîde û El Nûsrayê sûcên bi vî rengî kir. Komkujiyên ku li Bakurê Sûriyeyê kir ji xwe ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê zanîn."

YJK-S û CDK-S'ê dagirkeriya ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir bi bîr xistin û destnîşan kirin ku bi vê dagirkeriyê re li dijî tevahiya civakê sûcên şer hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin, zarok, her beşên civakê bi hezaran mirov hatin kuştin" û hate ragihandin, "Mîna li Efrînê bi şer, komkujî û dagirkeriyê herêm hatin valakirin û cîhadîst lê hatin bicihkirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan û hevalbendên wî penaberan li dijî Ewropayê weke amûrekê bi kar tînin û hate gotin, "Bi vî rengî bi milyonan Euro pere werdigirin. Vî pereyî jî ji bo şer bi kar tînin. Bêdengiya saziyên navneteweyî mirovan hîn bêhtir matmayî dihêle."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bêdengiya li pêşberî binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer ên rejîma Erdogan û cîhadîstên wî tê wateya hevkariya bi wan re. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eger ev polîtîka neyê rawestandin wê ev yek ji bo tevahiya civaka navneteweyî bibe gefek."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo me ne tiştekî qebûlkirinê ye ku Neteweyên Yekbûyî û Swîsreyê Erdogal ê ku sûcdarê şere hatiye vexwendin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo şermezarkirina vê rewşê wê di 17'ê Kanûna 2019'an saet di 11:00 de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiyê pêk bînin û bang li her kesî hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.