Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Rêxistina Efûyê bang li 19 welatên Efrîkayê kir ku li dijî nelirêtiyê têbikoşin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, bang li dewletên li Efrîkayê kir ku li dijî nelirêtiyê têbikoşin û dev ji zilma li mafparêzan berdin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di raporeke xwe de ku bi boneya Têkoşîna Li dîjî Nelirêtiya Li Efrîkayê amade kir, girtin, tacîz, destgîrkirin û kuştina mafparêzên li 19 welatên li Efrîkayê li dijî nelirêtiyê têdikoşin, şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Agnès Callamard, got: ‘’Ev kes di têkoşîna li dijî nelirêtiyê û parastina mafên bingehîn de bi rolekê giring radibin. Lê gava rastî derdikevin holê, tên tirsandin, tacîzkirin û kuştin.’’

Rêxistin Efûyê ya Navneteweyî qetilkirina rojnamevanê Kamerûnî Martînez Zogo ku li nelirêtiyê dikola, mînak nîşan da.

Callamard bang li hikumetên li herêmê kir ku necezakirina ku li ber xwegihandina edaletê ya mexdûran bûye astengî û ji lew ma nelirêtî zêde dibe, ji holê rabikin.