Rewşa pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê nediyar e

Hate ragihandin ku encamek ji danûstandinên agirbestê yên navbera hikumetê û ELN'ê bi dest neketiye. Bi hikumeta nû re wê pêvajoya aştiyê bikeve nava rewşeke nediyar e.

Piştî ku Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) sala 2016'an bi peyman aştiyê re dest ji têkoşîna çekdarî berda, Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) weke mezintirîn hêza gerîla ya li Kolombiyayê ma.

SANTOS HÊVÎDAR E KU DÛQÛE DANÛSTANDINAN BIDOMÎNE

Îvan Dûqûe ku di hilbijartinên dawî de hate hilbijaritn û soz da ku wê peymana aştiyê ya bi FARC'ê re biguherîne, wê 7'ê Tebaxê dest bi wezîfeyê bike. Ev yek ji bo aqûbetsa danûstandinên bi ELN re girîng e. Lê belê Serokdewletê niha Jûan Manûel Santos got, ji danûstandinên bi ELN'ê re yên li ser agirbestê encamek bi dest neketiye.

Santos bang li hikumeta nû ya ji aliyê Îvan Dûqûe ve bê damezrandin kir ku danûstandinan bidomîne.

Mezintirîn tevgera gerîla ELN xwedî 2 hezar û 500 gerîlayan e. Armanc ji danûstandinên bi ELN'ê re ku beriya Dûqûe dest pê kirin, pêkanîna agirbesta mayinde bû. Danûstandinên bi ELN'ê re Sibata 2017'an li paytexta Ekvator Qûîtoyê dest pê kiribûn, lê belê meha Gulanê ji ber ku hikumeta Ekvatorê xwe vekişand, li Kubayê dewam kirin.

Tûra 6'emîn a danûstandinan wê vê hefteyê biqede. Eger ji vê tûrê jî encamek bi dest nekeve, tê texmînkirin ku wê helwesta tund a serokdewletê nû bikeve dewrê.

PÊVAJO DIBE KU TÊK BIÇE

Piştî ku di navbera FARC'ê û hikumeta Santos de peymana aştiyê hate îmzekirin, zêdeyî 7 hezar gerîlayên FARC'ê par çekên xwe radetsî Neteweyên Yekbûyî kiribûn.

Li dû biryara FARC'ê ya ji bo qedandina têkoşîna çekdarî, bi sedan gerîlayan red kiribûn ku tevlî jiyana siyasî bibin.

Serokdewletê berê Alvaro Ûrîbe ku li dijî danûstandinên bi FARC û tevgerên din ên gerîla derdikeve, di hilbijartinên dawî de piştgirî da Îvan Dûqûe. Dûqûe jî di hilbijartinên meha Hezîranê de bi ser ketibû. Bi serketina Dûqûe re aqûbeta pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê kete nava rewşeke nediyar. Dibe ku şer ji nû ve zêde bibe. Di rewşeke wiha de, tevî ELN'ê û komên gerîla yên çep ên biçûk, komên ku ji FARC'ê qut bûbûn hîn bêhtir bibin xwedî bandor.

Bi saya helwesta Jûan Manûel Santos, piştî peymana aştiyê ya bi FARC'ê re şerê bi ELN'ê re jî hinekî kêm bûbû.

Li Kolombiyayê ji ber şerê navxweyî ku sala 1964'an dest pê kir herî kêm 260 hezar kes mirin, 83 hezar kes jî weke 'winda' hatin ragihandin.