'Rewşa li Tirkiyeyê dema Pînochet tîne bîra mirovan'

Yek ji çavdêrên Fransayî ku di dema şopandina hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê hatin destgîrkirin, senatora komunîst Chrîstîne Prûnaûd got, rewşa li Tirkiyeyê serdema Pinochet a li Şîlî tîne bîra mirovan.

Prûnaûd dema li Agiriyê dengdan dişopand, tevî wezîfedarê têkiliyên navneteweyî ya Partiya Komunîst Pascal Torre û sekretera bajarê Bas-Rhînê Hulya Tûran hatibû destgîrkirin û piştî demekê hatibû berdan.

Senator Prûnaûd ji rojnameya Humanîte re axivî û qala tiştên ku dît, kir. Prûnaûd got, "Ez ne poşmanim ku di nava heyetê de bûm. Vê yekê nêrînên min ên li ser rejîmê xurtir kir. Ez vê erjîmê weke dîktatoriyekê dibînim ku hîn bêhtir xwe bi cih dike. Me zanîbûn ku azadiya ger û îfadeyê nîne. Lê belê dema ku me li wir bi xwe dît, em li mirovên li wir dijîn difikirin. Em vedigerin. Lê belê gelê Kurd timî dibe hedefa tacîzê. Dibe ku her roj bên girtin. Gelek mirov hatine windakirin. Dema ku li wan guhdarî dikim, ev rejîm Şîlî ya Pînochet tîne bîra min. Divê desteka me ya ji bo wan (Kurd) xurtir be."