Rewşa dawî ya krîza DYE-Îranê

Piştî kuştina Qasim Silêmanî bi 5 rojan rejîma Îranê 20 moşek avêtin baregehên Emerîkayê yên li Iraqê. Li gorî Îranê 80 kes hatine kuştin.

Wezîrê Karê Derve Cevad Zarîf li ser Twîtterê êrîşa ku hatî kirin li ser Peymana NY'yê şîrove kir.

ZARÎF SPARTE SER PEYMANA NY'YÊ

Zarîf got, ''Îranê li gorî xala 51'ê ya Neteweyên Yekbûyî, baregehek ku ji wir li dijî welatiyen me û karmendên me yên bi payebilind bi alçaxî êrîşeke çekdarî pêk anîbû, kire hedef û bi çarçoweya parastina rewa, tevdîrên bipîvan stand û biencam kir''. Zarîf got ew naxwazin ku rageşiyê zêde bikin an jî ew şer naxwazin.

LI GORÎ ARTÊŞA IRAQÊ 22 MOŞEK HATINE AVÊTIN

Artêşa Iraqê ragihand 17 moşek avêtine baregeha Eyn El Esadê û 5 moşek avêtine baregeha leşkerî ya li Hewlêrê. Li gorî artêşa Iraqê  ti ziyan negihaye ser leşkerên Iraqî.

Di navbeyna saet 01.45 û 02.25'an de êrîş birin. Rejîma Îranê saeta ku Fermandarê Hêza Qudsê General Qasim Silêmanî hatî kuştin êrîş bire ser baregehên Emerîkî.

LI GORÎ ÎRANÊ 80 KES MIRIN Û 100 CIH BÛ HEDEF

Televizyona dewletê ya Îranê îdîa kir di êrîşan de bi kêmî 80 ''terorîstên Emerîkî'' hatine kuştin û ev agahiya xwe sparte ser jêderke Zêrevanên Şoreşê. Heman jêderê diya kir heke DYE bersivê bide wê li herêmê 100 cihî dî jî bikin hedef.

Artêşa Îranê di daxuyaniya niviskî de got, ''Em bang li gelê Emerîkayê dikin, ji bo ku hin windahiyên din çênebin û leşkerên Emerîkî bi nefreta zêdebûyî ya rejîma Emerîkayê zêdetir nekevin ber gefan yekîneyên xwe ji herêmê bikişînin.''

ŞÊWIRMENDÊ RÛHANÎ GEF LI EMERÎKAYÊ XWAR

Şêwirmendê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî Husamendîn Aşena got heke DYE bersivê bide êrîşên moşekî yên li ser hedefên Iraqê,''dibe ku  Rojhilata Navîn bibe şer.''

TRÛMP: HER TIŞT DI RÊYA XWE DE YE

Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser Twîtterê got, ''Heta niha her tişt di rêya xwe de ye'' û êrîş piştrast kir û diyar kir ji bo tespîtkirina ziyanê rewş tê nirxandin. 

GRAHAM: EV RAGIHANDINA ŞER E

Senatorê Komarparêz Lîndsey Graham jî ji Fox Newsê re axivî û got, ''Ev ragihandina şer e'' û got, ''Serokê Emerîkayê ji bo ku bersivê bide xwedî hemû rayeyên hewce ye''.

Senatorên Demokratan Elîzabeth Wrren, ku di nav demokratan de bernameya seroktiyê ye, bang kir ku rageşiya li Rojihilata Navîn were kêmkirin û got, ''Emerîkî bi Îranê re şer naxwazin.''