Rêveberiya Trûmp niha jî dixwaze baca dewlemendên super kêm bike

Rêveberiya Donald Trûmp ku par ji bo şîrket û dewlemendan bi 1,5 trîlyon dolarî bac kêm kir, niha jî plan dike ku baca 'dewlmeendên super' daxîne.

Li gorî îdîaya rojnameya New York Tîmesê (NYT), Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo dewlemendan li ser 'qenciyeke bacê' dixebite.

Rojnameyê ragihand, di bacên hatineya ji parên şîrketan de tên girtin wê rêjeya enflasyonê li ber çavan bê girtin. Rêjeya 20 ji sedî ya bacê ku heta niha ji hatineyên razemeniyên wiha tên wergirtin, wê mîna xwe bimîne. Lê belê rêbaza hesabkirina rêjeya hatineyê wê biguhere.

Li gorî vê yekê, wê li ser maliyeta kirînê ya para hatiye kirîn, rêjeya enflasyonê ya heta dema firotinê bê zêdekirin. Bi vî rengî, razemeniyên ku demeke dirêj di dest de hatine hiştin, eger buhayê xwe zêde bibe wê baca ku jê bê girtin, kêm bibe.

Baca ku rêveberiya Trûmp wê kêm bike, ji bo razemeniyên li ser milk û berhemên hunerî jî wê derbas bibe.

Li gorî nûçeya NYT'ê, zehmet e ku ev mijar ji aliyê Kongreyê ve bê qebûlkirin. Lewma rêveberiya Trûmp plan dike ku bi fermannameyeke Wezareta Xezîneyê vê yekê bike.