Rêveberiya Ortega bi dehan mûxalîf berda

Li Nîkaragûayê, pêşengên protestoyên tund ên li dijî hikumeta sosyalîst jî di nav de gelek girtiyên siyasî ji bo pêkhatina 'aştiya civakî' hatin berdan.

Di çarçoveya qanûna efûyê de ku Şemiyê li Meclîsa Neteweyî ya Nîkaragûayê hate qebûlkirin, herî kêm 50 kes hatin berdan. Tê gotin ku kesên hatine berdan ji wan mûxalîfan e ku sala derbasbûyî li dijî Serokdewletê sosyalîst Daniel Ortega û rêveberiya wî çalakî dikirin.

Li gorî agahiyan di nava 50 kesên hatine berdan de rojnamevanên mûxalîf ên navdar Marlon Powell û Hansel Vazquez jî hene.

DI DEMA XWEPÊŞANDANAN DE BI SEDAN KES MIRIBÛN

Sala derbasbûyî meha Nîsanê li dijî reforma ewlekariya civakî ku hikumeta Nîkaragûayê xwest bixe meriyetê, xwepêşandanên protestoyî dest pê kiribûn û bi mehan domiya bûn. Di demeke kurt de veguherîn xwepêşandanên ji bo îstifakirina Daniel Ortega û pêkhatina hilbijartinên berî dema xwe. Herî kêm 325 kes di dema xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Tê texmînkirin ku ji 600 heta 800 kesî di dema xwepêşandanan de hatine girtin. Her wiha li gorî agahiyan ji meha Sibatê û vir ve bi giştî 436 kes hatine berdan.

Li Meclîsa Neteweyî ku qanûna efûyê lê hate derxistin, alîgirên Ortega serwer in. Lê belê mûxalefet û hin saziyên mafên mirovan îdîa dikin ku bi qanûna efûyê re tê xwestin, hêzên paramîlîter ên di xwepêşandanan de sûc kirine bên berdan.