Rêveberiya Madrîdê hikumeta Katalanê red kir

Li Spanyayê hikumeta mûhafazakar erêkirina pêkhatebûna hikumeta nû ya li Katalonyayê red kir û wesayeta xwe ya li ser herêmê bi awayê fîîlî dirêj kir.

Serokê Katalonyayê Qûîm Torra yê ku roja Duşemê hate hilbijartin, roja Şemiyê hikumeta nû ava kir. Dudu jê li girtîgehê, dudu jê jî li sirgûniyê çar kes li kabîneya hikumetê hate zêdekirin.

Hikumeta Marîano Rajoy a ku ji referandûma 27’ê ya serxwebûnê ve Katalonya xistiye bin wesayeta xwe, nerazîbûn nîşanî hikumetê da û diyar kir ku ev tişt provokasyon e.

Li gorî zagonên Spanyayê heta ku hikumeta nû ya Katalonyayê ji bin erêkirina hikumeta navendî derbas nebe, wesayet nayê rakirin.

Katalonya ya ku nifûsa wê 7,5 milyon e, herêma herî xurt a Spanyayê ye. Katalan ên ku ji gelê Spanyayê di warê ziman û dîrokê de cihê ne, referandûmeke wan a din a di sala 2014’an de ji aliyê dadgehên Îspanyayê hatibû qedexekirin.

Di referandûma dawîn de jî bi tevlêbûna bi deh hezara leşker û polîsan referanbûm hatibû astengkirin û tevlêbûn bi qasî ji sedî 43 bû. Ji sedî 90’ê kesên ku dengê xwe dabûn, ji serxwebûnê re gotibûn ‘Erê.’

Piştî qedexekirina referandûma sala 2017’an partiyên serxwebûnxwaz ji sedî 48 deng stendibû.