Rengê nû yê hikumeta Merkel wê çawa be?

Li gel rengê nû yê hikumeta Merkel, yek ji mijarên ku piştî hilbijartinên Elmanyayê herî zêde hate nîqaşkirin, zêdebûna dengê partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ye.

Siyasetmedara demokratên Xiristiyan Angela Merkel xwe amade dike ku ji bo cara çaran li kursiya Serokwezaretiyê rûnê. Li pêşiya Merkel serdemeke zehmet heye. Piştî ku sosyal demokratan ji bo koalîsyona mezin gotin, 'em nînin' tenê şensek ji Merkel re dimîne: koalîsyona bi demokratên azad û keskan re.

Navê Merkel a 63 salî wê bi Konrad Adenaûer û Helmût Kohl bê bîranîn, ku van kesan ji bo çar serdeman serokwezaretî ji Elmanyayê re kiribûn.

Merkel, ku bi xwe kîmyager e, dema 37 salî bû, piştî ku her du Elmanya bûn ye di sala 1991'ê de bi teşwîqa Serokwezîrê wê demê Kohl bû Wezîra Federal a ji 'Jin û Ciwanan Berpirsyar'. Merkel ji sala 2005'an û vir ve şansolyeya Elmanyayê ye.

Ji aliyekî ve kêmbûna dengê CDU/CSU, ji aliyê din jî bi rêjeya 12,6 ji sedî re bûyîna AfD'ê weke partiya sêyemîn, destê Merkel qels dike.

Lîderê SPD'ê Martîn Schûlz, hê di kêliya destpêkê de derî li hevdîtinên hikumetê yên ji bo koalîsyonê girt. Ev yek jî bû sedem ku Merkel ji xwe re li hevkarekî nû bigere. Ji bo vê jî bal diçe ser Partiya Demokratên Azad (FDP) û Partiya Keskan.

Merkel piştî hilbijartinê ragihand, ku beriya betlaneya Noelê wê li Elmanyayê hikumeta nû ava bibe. Tê meraqkirin bê Merkel van her du partiyan çawa îqna bike. Ji ber ku FDP û Partiya Keskan di mijarên; enerjî, hawirdor, ewlekarî, koçberî û baca ji dewlemendan were wergirtin de, ji hev cuda difikirin.

FDP û Partiya Keskan ji niha ve ji bo hevdîtinên koalîsyonê mesajên germ didin hev. Ji ber ku dengên; reş ê CDU, zer ê FDP û kesk ê Partiya Keskan digihêjin hev û bi vî rengî ala Jamakîa derdikeve holê, ji vê re 'modela Jamaîka' tê gotin.