Rejîma Sûriyê ji şêniyên Idlibê xwest teslîm bibin

Rejîma Sûriyê xwe ji bo operasyona Idlibê kar û bar dike. Hêzên artêşê ji hewayê ve belavok belaav kirin û bang li şêniyan kir ku teslîm bibin.

Hêzên rejîma Sûriyê li rojavayê bakurê welêt li Idlibê bi rêya hewayî belavok belav kirin. Di belavokan de hate gotin: ‘’Şer bi dawî dibe. Em bang li we dikin ku bi rengê Sûriyeyiyan tevlî nav peyman lihevkirinê bibin. Hevkariya we ya bi artêşa Sûriyê re wê we ji rêveberiya militan û terorîstan rizgar bike, wê jiyana we û malbata we biparêze.’’

Hikumeta Sûriyê got komên çekdar ku hurmetê ji dewleta hiqûqê re bigirin wê peymanên li hevkirinê efûyê ji bo wan bîne. Komên li gor vê divê çekên xwe radest bikin.

Idlib yek ji wan herêmên mezine ku komên çekdar lê ne. Çete rasterast bi rejîma Enqerê re têkildar in. Hedefa operasyona rejîmê ya piştî niha Idlib e.

Rejîma Sûriyê ya bi desteka Rûsya û Îranê herêmên dî kontrol kir. Komên çekdar ên ji van herêman reviyan an jî hatin tehliyekirin xwe li Idlibê girtin.

Li gorî Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê rejîmê ji bo operasyoneke pêkan a li ser Idlibê hêzên teqwiye şandin.

Neteweyên Yekbûyî jî bal kişande ser encamên însanî yên operasyoneke pêkan. Tê gotin li Idlibê 2,5 milyon mirov hene. Tirkiye ya ku çeteyan diparêze, di ser Rûsayê re dixwaze operasyonê asteng bike.