Rejîma Sûriyê balafira Rûs xistiye?

Di êrîşa Israîlê ya ser Sûriyê de balafireke Rûsya dema li ser Behra Spî bû, ji ber çavan winda bû.

Li gorî ajansa nûçeyan TASS'ê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand dema balafirên şer ên Israîlê F-16 hedefên li Lazkiyê bombe dikir II-20 balafira Rûs ji ber radarê winda bû.
Wezaretê got li gorî radarên Rûs heman demê ji firqeteyan Fransiz Auvergneyê jî moşek hatine avêtin.
Berdevekekî ji artêşa Fransiz ku ji AFP'ê re axivî got hêzên Fransiz bi ti rengî di vê êrîşê de cih negirtine.

Hate ragihandin têkiliya bi balafira Rûs re 17'ê Îlonê bi saeta Moskowê saset 23.00'an qut bûye. Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Rûs dema ku vedigeriya baregeha Hmeîmîmê li ser Behra Spî wina bû. Di balafirê de 14 endamên murettebatê hebûn.
Wezaretê got ew nizanin bê ka çi ji leşkeran hatiye, operasyona lêgerîn-xilaskirinê dena destpêkirin.

Jêderên ku ji ajansa nûçeyan înterfaxê re axivîn gotin balafira illiouchîne-20 bi peywira keşfê radibe, balafir 'ji ber bûyereke krîtîk a nedihate payin' a li hewayê pêk hatî, wina bûye.
Jêderên ewlehiyê ku ji ajansa Rîa Novostî re axivîn gotin pergala berevaniya hewayî ya Sûriyê bersiv dane êrîşa Israîlê.

Saziyên Sûriyê têkilî windabûna balafira Rûs ti şîrove nekirin.
Lê jêderke fermî  ya Amerîkayê  ku ji CNN re axivî got, balafir ji hêla rejîma Sûriyê ve, bi şaşî hatiye xistin. Heman jêderê got rejîma Sûriyê hewl daye ku moşekên Israîlê asteng bike.