Rejîma Şamê: Agirbesta li Îdlibê ji bo Tirkiyeyê ceribîneke!

Nûnereke yê rejîma Sûriye ku tevlî hevdîtinên Astayayê bûye, ragihand ku serketina agirbesta li Îdlibê girêdayî niyeta Tirkiyeyê ye.

Hevdîtinên Astan yên  bi pêşengtiya Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêk hatin roja Pêncşemê li bajarê Nûr Sûltan (bi navê xwe yê berê Astana) a Kazakistanê pêk hat. Tirkiye di vê hevdîtinan de berdevkiya komên çete dike.

Nûnerê hikûmeta Sûriye Başar Caferî, ragihana ku agirbesta roja Pêncşemê hatiye îlankirin girêdayî niyeta Tirkiyeyê ye.

Caferî got: “Peymana agirbestê têkildarî bêçekkirina terorîstan a Tirkiyeyê divê li gorî mercên peymana Astana û Soçiyê be.”

Caferî nerazîbûn nîşanî bomberdûmana ji xakên di bin kontrola Tirkiyeyê ya li ser yekîneyên leşkerên Sûriyeyê da û got: “Ev ji bo niyeta Tirkiyeyê ceribandineke.”

Caferî bang li beşdarvanên hevdîtina Astanayê kir ku ji bo zextê li Tirkiyeyê bikin vexwend erka wan û got: “Her çiqas bi sebir tevger bikin lê sînorê vê jî heye. Em nabînin bendê ku Tirkiye li gorî rêgezan tevbigere.”