Rêjeya kuştin û şerê li Meksîkayê rekor şikand

Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Ewlekariya Cemaweriyê ve hatin weşandin, di 10 mehên destpêkê yên îsal de li Meksîkayê herî kêm 20 hezar û 878 kes hatin kuştin. Ev hejmar sala 2016'an 20 hezar û 547 bû.

Li Meksîkayê, ku timî bi komkujiyan û hevkariya polîsan a bi çeteyan re dikeve rojevê, hejmara mirovên îsal hatin kuştin gihîşt asta rekorê.

Li gorî daneyên wezaretê, meha Cotmehê li Meksîkayê bû meha herî tirsnak û bi xwîn a 20 salên dawî. Tenê di meha bihurî de 2 hezar û 371 kes hatin kuştin.

Li gorî daneyên wezaretê, li eyaleta Gûerrero ya li başûr, ku komên çete lê zêde ne, hezar û 924 kes hatin kuştin û bi vî rengî eyaleta Meksîko li dû xwe hişt.

Tê gotin, hejmara hejmara mirovên ji ber şer û cînayetan li Meksîkayê tên kuştin, piştî ku Serokdewletê berê Felîpe Calderon sala 2006'an li dijî rêxistinên sûc dest bi operasyonên leşkerê kir, zêde bûye. Enrîqûe Pena Nîeto ku sala 2012'an li şûna Calderon hate hilbijartin, ev operasyon dewam kiribû.

Ji sala 2007'an û vir ve hejmara mirovên bi çekê hatine kuştin 196 hezar derbas kir. Agahî nehat dayin ku çiqas ji van mirovan ji aliyê komên çete ve hatine kuştin.