Rêjeya darvekirinê li Erebistana Siûdî kêm bûye

Li Erebistana Siûdî di sala 2020’ê de 27 kes hatin bi darvekirin. Sala 2019’an 184 kes hatibûn bidarvekirin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Mafê Mirovan a Erebistana Siûdî, sala borî 27 kes hatine darvekirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan û Rêxistina Efûya Navneteweyî (HRW) diyar kir ku sala 2019’an 184 kes hatine bidarvekirin, di vê mijarê de rekoreke xirab hatiye şikandin.

Eger mirov sala 2020’ê bîne beramberî sala 2019’an ji sedî 85 rêjeya darvekirinê kêm bûye.

Komîsyona Mafê Mirovan a Siûdî got: “Kêmbûna zêde ji ber taloqkirina cezayê darvekirinê yên girêdana wê bi madeyên hişber re heye, pêk hatine.”

Komîsyona ku agahî da Assocîated Press (AP), diyar kir ku qanûna rawestandina înfazan sala borî ketiye meryetê.

Ev yek hê bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Têkildarî bê ka wê qanûn bi karnameya Qiraliyetê re bê derxistin an ne, agahiyên zelal nehatin dayîn.