Rêjeya baweriya bi Macron kêm e
Baweriya bi Emmanûel Macron, ku ji bo Serokkomariya Fransayê hate hilbijartin, bi rêjeya ji sedî 45'an gelekî kêm e.
Baweriya bi Emmanûel Macron, ku ji bo Serokkomariya Fransayê hate hilbijartin, bi rêjeya ji sedî 45'an gelekî kêm e.
Li gorî anketa ji aliyê Elabe ve hate kirin, piştgiriya ji bo Emmanûel Macron ê ku roja Yekşemê dest bi wezîfeyê kir, bi rêjeya ji sedî 45'an gelekî kêm e. Françoîs Hollande jî, ku weke Serokkomarê herî neserketî yê dîroka Fransayê tê nîşandan, dema di sala 2012'an de dest bi wezîfeyê kir, piştgiriya jê re dihat dayîn ji sedî 58 bû.
Li gorî anketê, ji sedî 46 ê welatiyên Fransayê ji Macron bawer nakin û ji sedî 9 jî bê biryar in.
Li Fransayê, Serokkomar ji bo bernameya xwe karibe bi cih bîne, pêwîste li Meclîsa Neteweyî xwedî piraniya endaman be.
Li gorî anketa hilbiljartina giştî ya Harrîs Înterctîve, di hilbijartinên tiştî yên 11 û 18'ê Hezîranê de bên kirin, rêjeya partiya Macron REM gihîştiye ji sedî 32'an. Di anketên 7 û 11'ê Gulanê yên heman şîrketê de, rêjeya dengê REM'ê ji sedî 25 û ji sedî 28 bû.
Li gorî anketê, rêjeya dengê partiya Komarger a mûxafazakar û Eniya Neteweyî (FN) a rastgiriya tund, daketiye ji sedî 19'an. Dengê her du partiyan li gorî anketa 7'ê Gulanê bi sê pûanan kêm bû.
Tevgera 'France Însoûmîse (Fransa ya serî natewîne)' ku di hilbijartinên Serokkomariyê de bi Jean-Lûc Mêlenchon ji sedî 19,5 ê dengan stand, tê payîn ku di hilbijartinên giştî de 2 pûanan zêde bike.
Partiya Sosyalîst (PS) jî, ku serokkomarê beriya niha jê bû, her kêm dike. Li gorî anketê, lîsteyên PS li gorî 7'ê Gulanê 2 pûan kêm kirine û daketine ji sedî 6'an.