Reforma tenduristiyê ya li DYA wê 14 mîlyon kesî bê sîgorta bike

Bi reforma nû ya tenduristiyê re, ku li ser daxwaza Serokê DYA Donald Trûmp dikeve meriyetê, tê texmînkirin ku herî kêm 14 mîlyon xizan ji sîgorta tenduristiyê bêpar bimînin.

Li gorî raporek ji aliyê Buroya Budçeyê ya Kongreya DYA (CBO) ve hat weşandin, sîstema ku Partiya Komarparêz dixwazin bixin meriyetê, wê bi dehan mîlyon kesî mexdûr bike.

Di raporê de hat ragihandin, li gorî reforma tenduristiyê ya bi navê 'Obamacare' ku di dema Barack Obama de ket meriyetê, wê heta sala 2018'an 14 mrîlyon kes ji sîgorta tenduristiyê bê par bimînin. Di raporê de hat destnîşankirin, ku ev hejmar wê di sala 2026'an de bigihêje 24 mîlyonî.

Li gorî rapora CBO, bi guhertina ku Donald Trûmp dixwaze pêk bîne, wê 'teserûf'eke zêde ji budçeya tenduristiyê bê kirin. Li gorî vê yekê, kêmkirina fonên tenduristiyê wê valahiya di buçeya deh salên pêş de heta 337 mîlyar dolarî kêm bike.