Reforma li ser koçberiyê ya Trûmp nehate qebûlkirin

Donald Trûmp ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li ser penaberan tê naskirin, ji bo pêşnûmeya xwe ya reformê careke din nekarî piştgiriyeke têrker ji partiya xwe bigire.

Pêşnûmeya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp a ji bo dijwarkirina polîtîkaya koçberan, li Meclîsa Nûneran nehate qebûlkirin.

Tevî ku serweriya Meclîsa Nûneran di destê Komargeran de ye, ji ber ku hin parlamenter li ber rabûn, pêşnûme nehate qebûlkirin.

Reforma di qanûna koçberiyê de, ku ji aliyê Donald Trûmp bi xwe ve jî 'tund' tê binavkirin, eger ji Meclîsa Nûneran derbas bibûya jî zehmet bû li Senatoyê bihata qebûlkirin.

Li gorî reformê, zarokên malbatên koçberên ku hatine girtin, dikarîbû ji malbatên wan bihatina cihêkirin. Trûmp di nava vê mehê de biryarnameyek weşandibû ku ev pêkanîn bi rengekî demkî qedand.

Herî dawî, serdozgerên 17 eyaletan ku New York, Calîfornîa û Washîngton jî di nava wan de hene, ji ber polîtîkaya koçberiyê ya "derveyî qanûnan û bê rehm" a Trûmp, doz li rêveberiya DYA vekiribûn.