Rê,bajar û çewlik gefê li jiyana sirûştî dixwin

Înşeatên rêyan, bajar, çewlik û rêyên trênê gefê li parkên sirûştî dixwin, li parkên ku berevaniya wan tê kirin.

Lêkolînerên zankoya Queenslandê ya Avûstralyayê gotin, ‘’Li ser qadeke ku bi dirêjahî û berfirehiya 6 milyon kîlometreyî, ku 32 ji 100’î yên qadên parastî ye, zexteke zêde ya însanî heye.’’

Hate gotin qadên ku herî pir risk li ser wan heye mangov, daristanên Behraspî, hin çêre û sewana ne.

Yek ji nivîskarên lêkolînê profesor James Watson got ew li bara vê rewşê behitî mane û wiha bi nav de çû; ‘’Hikûmat dibêjin ev qad ji bo başiya sirûştê berevanî li wan tê kirin, lê di rastiyê de ne wiha ye.’’

Lêkolîneran ji bo mînakê jî bajarê Kamîanets-Podîlsky ya li parka sirûştî ya Ukraynanê, rêyên trênê yên ku li Tanzanya, di nav parka netewî Mîkumî re diçe û baxçe, avahiyên li para netewî ya Koreya Başûr Dadohaehaesangê nîşan dan.

Sala 2010’an nêzî 200 welatî peyman danîbûn, ji bo ku nebatan ji gemarê paqij bigirin, ji bo pêşî li qelandina daristanan bigirin û germahiya global heta 2020’an bi kêmanî 17 ji 100’î ya bejahiyê bixin ber mîsogeriya berevaniyê. Li gorî daneyên dewletan ji 1990’î û vir ve qadên ku berevanî li wan tê kirin du caran li xwe zêde kiriye û ev dibe 15 ji 100’î ya herêmên bejî. Tê gotin bi vî rengî jî nêzî 200 hezar celeb hatine parastin.