Razemeniya li komirê bi sê qatî zêde bû

Nîqaşên der barê tedbîrên li dijî germahiya global didomin. Lê belê di rewşeke wiha de balkêş e ku welatên endamên G20'î razemeniya li madenên komirê salên dawî zêde kirine.

Li gorî rapora saziya bi navê Overseas Development Institute (ODI), razemeniya li komirê tê kirin ku rê li ber germahiya global vedike, salên dawî bi sê qatî zêde bûye.

Rapor beriya civîna bilind a G20'î ya li Japonyayê hate weşandin. Di raporê de hate ragihandin, endamên G20'î subvansiyona ji bo derxistin û bikaranîna komirê pêşkêş kirine sala 2017'an gihîştiye 47 milyar dolarî. Sala 2013'an ev rêje derdora 17 milyar dolarî bû û bi qasî sê qatî zêde bû.

Di raporê de hate bibîrxistin, endamên G20'î sala 2009'an biryar dabûn ku razemeniya li komirê û petrolê kêm bikin. Di raporê de hate gotin, gaza sereke ya ku rê li ber germaniya global vedike karbondioksit e û ev gaz jî 80 ji sedî ji komirê derdikeve.