Raul Castro: Peywira xwe radestî nifşê nû kir

Sekreterê Pêşî yê Partiya Komunîst a Kubayê, Serokê Konseya Dewletê yê Komara Kubayê û Serokê Konseya Wezîran, lîdertiya Partiya Komunîst bi dest nifşekî nû ve berda.

Raul Castro ku 24'ê Sibata 2008'an bûyî Serokê Konseya Dewletê ya Komara Kubayê û Serokê Konseya wezîran û lîderê Patiya Komunîst aşkere kir ku ew hazir e peywira xwe bi dest nifşên nû ve berde.

Siyasetmedarê Kûbayî yê 90 salî di kongreya Partiya Komunîst de axivî.

Castro got ew kêfxweş e tecrûbeya xwe ya bi dehan salan dewrî nifşê nû bike.

Bi sedan delege tevlî kongreya li paytext Hawana bûn.

Castro got, ''Ez bi hêza hevrêyan, mînaktiya wan û bîreweriya wan bawer im' û diyar kir heta ku sax be ew ê ji bo partiyê, şoreşê û sozyazlîmê biparêze têbikoşe.

Kongreya Partiya Komnunîst didome.