Rastamala 21 zengînên Rojhilata Navîn 10 milyaran zêde bû

Rêxistina civaka sivîl a li dijî hejariyê OXFAM'ê got rastamala 21 zengînên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur ji Adarê û vir ve 10 milyar li xwe zêde kiriye.

Li gorî OXFAM'ê hêla global a ji ber vîrûsa koronayê ya nû weknehevî girantir kiriye û dibe ku 45 milyon mirov hejar bibin.

OXFAM'ê got ji Adarê ve, dema destpêka hêlê ve rastamala 21 mêrên herî zengîn ên li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur li derdora 10 milyar dolarî li xwe zêde kiriye.''

Di daxuyaniyê de hate gotin ev jî pênc caran li wê fonê ye ku NY dixwaze pê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê li dijî Covîd-19'ê têbikoşe.

Şêwrimendê sereke yê OXFAM'ê yê li herêmê Nabîl Evdo got, ''Hêla koronayê wekneheviyên giran û sernekeftinên mezin ên pergala me ya aborî nîşan daye ku li herêmê bi milyonan mirov ji kar dike, ji wê hêzê dike ku xwegihandina tendiristiyê û bêparman ji ewlehiyên sosyal bêrî dike.''

OXFAM'ê bang li hikûmetan kir ku, ''bilez tevbigerin û ji bo ku ên herî jar ên civakê biparêzin dahata wan zêde bikin.''